NÛÇEYÊN KURDÎ

LI HERÊMA ERDHÊJÊ 90 HEZAR Û 200 HILBIJÊR WINDA NE

Berîya hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê îdîayên cîh guherandina hilbijêran di rojevê de bû, vê carê jî hat îdîakirin ku li herêma erdhêjê zêdeyê 90 hezar hilbijêr 'winda' ne.

LI HERÊMA ERDHÊJÊ 90 HEZAR Û 200 HILBIJÊR WINDA NE

 

Nivîskarê rojnameya Sozcu Saygî Ozturk nivîsî ku li gorê lîsteyên hilbijêran ên ku radestê Serokê Giştî yê Partîya Dogrû Rîfat Serdaroglû kirine, qeydên 90 hezar û 200 hilbijêran li tu derê nehatine bidestxistin.

Mehmet Gunal Olçer ê ku lîste amade kir wiha got, "Li Edene, Amed, Dîlok, Mereş, Semsûr, Elezîz, Hatay, Kilîs, Meletî, Riha û Osmanîyeyê qeydên 90 hezar û 200 hilbijêran me li tu derê nedît. Ev kes tune ne û winda bûne. Me hilbijêrên wenda bajar bi bajar ji bo 11 bajar tespît kir.”

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.