NÛÇEYÊN KURDÎ

LI HERÊMA HÊNÊ-LICÊ DI XETA FAYÊ DE AKTÎVASYON ÇÊBÛ

Hate diyarkirin ku li herêma Hênê-Licê di xeta fayê de tevger çêbû ye.

LI HERÊMA HÊNÊ-LICÊ DI XETA FAYÊ DE AKTÎVASYON ÇÊBÛ

Hate diyarkirin ku li herêma Hênê-Licê di xeta fayê de tevger çêbû ye.

Hat ragihandin ku erdhejên navenda wê Mereş û li bajarên derdorê wêraniyeke mezin pêk anî, li Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê li ser hin xetên fayê aktîvasyon çêkirî ye. Zanyarên ku li herêmê lêkolîn dikin, diyar kirin ku divê ji erdhêjeke muhtemel re amade bin.

Hîndekarê teqawîtbûyî yê Zanîngeha Dîcleyê ya Beşa Erdnasiya Giştî Dr. Şefîk Îmamoglû û Hîndekarê Beşa Avakirinê ya Fakulteya Endezyariyê ya Zanîngeha Dîcleyê Doç. Dr. Îdrîs Bedîrhanoglû, piştê lêkolînên xwe, diyar kir ku piştî erdhejên Mereşê li herêma navbera Hênê û Licê tevgerên biçûk rû dane. Îmamoglu, anî ziman ku zemîna Amedê saxlem e û kevirên bazaltê yên Qerejdaxê, ji bo Amedê zemîneke  saxlem pêktîne. Lê her çiqas zemîn saxlem be jî, dema ku avahî li gor usûlê saxlem neyê ava kirin, di erdhejeke biçûk de jî dibe ku hilweşe.

Zanyaran di nirxandinên xwe de dîyar kirin ku Amed ji berê de di pileya 3yemîn ya erdhejê de ye, û bi taybetî piştê sala 1980yî di bajarvanîyê de derketîye asta herî bilind, di erdhêjeke muhtemel wê bîlançoya wê giran be.

Pisporan diyar kirin ku ne erdhej, avahiyên ku bi destê mirovan hatine çêkirin di sebebê tarîkirina jiyanê û mirina însanan.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.