NÛÇEYÊN KURDÎ

LI HEWAGÊ XANÎYEK BI XWE HILWEŞÎYA! 2 MIRÎ, 8 BIRÎNDAR

Li navçeya Hewag a Rihayê xanîyê 2 qatî bi xwe hilweşîya û 2 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn.

LI HEWAGÊ XANÎYEK BI XWE HILWEŞÎYA! 2 MIRÎ, 8 BIRÎNDAR

Li navçeya Hewag a Rihayê xanîyekî 2 qatî ya ku di erdhêja Mereşê de bi hêza navîn xisar dîtibû û nehatibû hilweşandin, bi xwe hilweşîya. Di bûyerê de 2 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn.

 

Li gundê Delîler a navçeya Hewagê bi şev maleke du qatî hilweşîya.

 

Piştê hilweşînê di dema alîkarîya ewil de 9 kes bi saxî hatin rizgarkirin. Di nava birîndarên ku rakirin nexweşxaneyê de xwedîyê malê Cemîle Arikan jîyana xwe ji dest da.

Serap Urak a ku di bin xirbeyan de ma, piştê xebata ku hat kirin, mirî ji bin xirbeyan hat derxistin.

 

Lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.