NÛÇEYÊN KURDÎ

LI HIN DEVERÊN AMEDÊ AV HÊ JÎ HATÎYÊ QÛTKIRIN

DÎSKÎ’yê duh daxuyandîbû ku ji bo navenda bajêr heta saet 18.00an wê qûtbûn hebe, lê dîsa jî li hin deveran av hatîyê qûtkirin.

LI HIN DEVERÊN AMEDÊ AV HÊ JÎ HATÎYÊ QÛTKIRIN

DÎSKÎ’yê duh daxuyandîbû ku ji bo navenda bajêr heta saet 18.00an wê qûtbûn hebe, lê dîsa jî li hin deveran av hatîyê qûtkirin.

Midûrîyeta Giştî ya Karên Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) duh di derbarê qûtkirina ava navenda bajêr de daxuyanîyeke nivîskî da. Di daxuyanîyê de hat hişyarkirin ku roja Înê, saet di navbera 10:00-18:00an de wê li navenda Amedê av bê qûtkirin. Lê belê hat hînbûn ku li hin taxên Rezan, Kaynartepe, Kayapinar û hin deverên Sûrê av hê tune ye. Welatî, li ser hesabên xwe yên medyaya civakî nerazîbûnên xwe anîn ziman. Li ser bertekan DÎSKÎ’yê daxuyanîyeke da û wiha hat gotin; “Xebata me ya ku bi şev saet di 01:00an de li ser lûleyên ya ava vexwarinê dide dest pê kirin, di saet 15:57an de bi dawî bû û me li xeta xwe dest bi anîna avê kir. Lê ji bo ku embarên me yên vala bigihêjin asta ku tê xwestin, wê dem bigre.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.