NÛÇEYÊN KURDÎ

LI HOLLANDA NAKOKÎYA POLÎTÎKAYA KOÇBERÎYÊ! HUKÛMETÊ ÎSTÎFA KIR

Li Hollandayê ji ber ku nikarîbû nakokîya li ser polîtîkaya koçberîyê çareser bike, hikûmet ket.

LI HOLLANDA NAKOKÎYA POLÎTÎKAYA KOÇBERÎYÊ! HUKÛMETÊ ÎSTÎFA KIR

Li Hollandayê ji ber ku nikarîbû nakokîya li ser polîtîkaya koçberîyê çareser bike, hikûmet ket.

Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte piştê hevdîtinên di navbera her çar partîyên koalîsyonê de, li ser tundkirina polîtîkayên koçberîyê civîneke çapemenîyê li dar xist.

Rutte ragihand ku hikûmeta Hollandayê ji ber ku hikûmeta koalîsyonê ya li Hollandayê di muzakereyên polîtîkayên koçberîyê de li hev nekirîye, îstifa kir.

Rutte dîyar kir ku pirsgirêka koçberîyê pirsgirêkek mezin a civakî ye û got, "Piştgirîya sîyasî ya di koalîsyonê de ji holê rabû. Ev rewşek xemgîn e û rastîyek sîyasî ye ku em nikarin paşguh bikin. "Ez ê îstifakirina kabîneyê pêşkêşê Qral bikim."  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.