NÛÇEYÊN KURDÎ

LI HONDÛRASÊ 24 KUŞTÎ! QEDEXEYA DERKETINA DERVE HAT ÎLANKIRIN

Hikûmeta Hondûrasê, pîştê ku li du bajarên bakurê welat di êrîşan de 24 kes hatin kuştin, qedexeya derketina derve ragihand.

LI HONDÛRASÊ 24 KUŞTÎ! QEDEXEYA DERKETINA DERVE HAT ÎLANKIRIN

Hikûmeta Hondûrasê, pîştê ku li du bajarên bakurê welat di êrîşan de 24 kes hatin kuştin, qedexeya derketina derve ragihand.

Lî gor nûçeya Reutersê, çekdaran li Cholomê êrîşê odeyeke bîlardoyê kirin. Di êrîşê de 13 kesan jîyana xwe ji dest dane û kesek jî bi giranî birîndar bûye.

Berdevkê çapemenîyê yê polîsan agahî parve kir ku di bûyeran de herî kêm 11 kesên din jî jîyana xwe ji dest dane.

Piştê ku li welat herî kêm 24 kes hatin kuştin, desthilatdarîyê di navbera  demjimêr 21.00-04.00an de ji bo 15 rojan qedexeya derketina derve îlan kir.

Her wiha Qedexeya derketina derve ya ku li bajarê San Pedro Sulaye hatîye ragihandin jî wê heta 4ê Tîrmehê berdewam be.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.