GÜNDEM

LI IRAQÊ AGIR BI HEYWANA DAWETÊ KET! 113 MIRÎ

Li bajarê Mûsilê yê Iraqê di şewata ku li heywana dawetekê de derket zêdetirî 100 kesan jîyana xwe ji dest dan.

LI IRAQÊ AGIR BI HEYWANA DAWETÊ KET! 113 MIRÎ

Di dawetekê de li navçeya Hemdanîye ya Mûsilê, dema bûk û zava dilîstin, agir bi banê heywana dawetê ket. Nêzîkî 800 mêvanên dawetê, ji ber agirê ku di demeke kin de mezin bû dest bi revê kirin.

Alîkarê Rêveberê Tendirustîya Mûsilê Ehmed Hemdanî di daxuyanîyekê de ji medyaya xwecihî re ragihand ku di şewata salona dawetê de 113 kesan jîyana xwe ji dest dane û 500 kes jî birîndar bûne.

Hat dîyarkirin ku di nav kesên jîyana xwe ji dest dane de bûk û zava jî hene.  Hat dîyarkirin ku piranîya kesên jîyana xwe ji dest dane ji dûmanê xeniqîne û hat ragihandin ku di nav mirîyan de zarok û extîyar jî hene. Hin şahidan ji medyaya herêmî re ragihandin ku şewat ji ber pergala elektrîkê ya ronahîya banê derketîye.

Sedema teqez a şewatê, piştê lêkolînkirinê wê bê eşkere kirin.

 

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.