GÜNDEM

LI IRAQÊ HAT XWESTIN KU KONSULXANEYÊ TIRKÎYEYÊ BÊ GIRTIN

Di çalakîya şermezarkirina komkujîya li Herêma Kurdistanê ya Zaxoyê ya li pêşîya Konsulxaneya Tirk a li Iraqê hate lidarxistin de, hate xwestin ku konsulxane bê girtin.

Li paytexta Iraqê Bexdayê alîgirên Tevgera Sedr bi şev li dijî qetlîama ku tê îdîakirin Tirkîye duh li Zaxoyê pêk anîye û tê de 9 geştyarên ereb jîyana xwe ji dest dane, li kolanan protesto kirin. Li gor nûçeya Rojnewsê, xwepêşandêran ku li ber konsulxaneya Tirkîye kom bûn, agir pêxistin û daxwaza girtina konsulxaneyê kirin. Li alîyê din bi sedan xwepêşandêrên ku li ber konsulxaneya Tirkîyeyê kom bibûn, ala Tirk a li konsulxaneyê anîn xarê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.