NÛÇEYÊN KURDÎ

LI KABÎLÊ ÊRÎŞ BI BOMBE! 19 KES MIRIN, 27 KES BIRÎNDAR BÛN

Li paytexta Afganîstanê Kabilê li enstîtuya perwerdehîyê ya ku li rojavayê Kabilê de cîh digre êrîş hate kirin.

LI KABÎLÊ ÊRÎŞ BI BOMBE! 19 KES MIRIN, 27 KES BIRÎNDAR BÛN

Li paytexta Afganîstanê Kabilê li enstîtuya perwerdehîyê ya ku li rojavayê Kabilê de cîh digre êrîş hate kirin.

Teqîn li navenda perwerdehîyê ya Kaajê ku li herêma Daşte Barçîyê ya li rojavayê bajêr pêk hat. Di encama êrîşê de hat aşkere kirin ku 19 kesan jîyana xwe ji dest da, 27 kes jî birîndar bûn. Hat hînbûn ku êrîşê heta niha tu rêxistinek negirtîye ser xwe. Rayedarên ji navenda perwerdehîyê dîyar kirin ku li navenda perwerdehîyê xwendevanên ku xwe ji bo azmûnê amade dikirin hebû. Berdevkê Polêsan a Kabîlê Halîd Zadran dîyar kir ku roja înê li Kabilê roja betlaneyê ye û dibistan vekirî nîn in. Yên ku di êrîşê de jîyana xwe ji dest dan xwendevanên ku ji bo azmûnê xwe amade dikirin bûn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.