NÛÇEYÊN KURDÎ

LI KAYAPINARÊ LI PARKÊ CESEDEK HAT DÎTIN

Li navçeya Kayapinarê ya Amedê li parkekî cesedê zilamekî hate dîtin.

LI KAYAPINARÊ LI PARKÊ CESEDEK HAT DÎTIN

Li navçeya Kayapinarê ya Amedê li parkekî cesedê zilamekî hate dîtin.

Li parka hemberê Mizgefta Gavs-i Geylanî ya li kolana 187’an a taxa Hûzûrevlerîya navçeya Kayapinarê welatîyên ku ji bo nimêja sibehê çûn mizgeftê, piştê îbadetê, cesedê zilamekî ji dûr ve dîtin. Li ser îxbarê ekîbên tendirustî û polîsan çûn cîhê bûyerê û di encama lêkolînan de hat dîyarkirin ku cesed aîdî Erkan T. (48) ye. Ekîbên polîsan li cihê bûyerê lêkolîn kirin û di encama lêkolînê de hat dîyarkirin ku gule li stûyê Erkan T. hatîye dîtin. Her wiha polîsan dîyarkirin ku li ser cesedê nameyek û ji cesedê 5 metre wê de jî parçeyê guleyê dîtine. Hat ragihandin ku cenazeya Erkan T. ji bo otopsîyê rakirin tipa edlî, name û guleyên cihê bûyerê jî ji bo lêkolînê birin emnîyetê. Derheqê bûyerê de lêpirsîn didome.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.