GÜNDEM

LI KELA ZÊRZEWAN “NAVENDA PÊŞWAZÎYÊ” TÊ AVA KIRIN

Li Amedê, ji alîyê Şaredarîya Bajarê Mezin ve li Keleha Zêrzewanê ya dîrokî "Navenda Pêşwazîya Zîyaretvanan" tê ava kirin.

LI KELA ZÊRZEWAN “NAVENDA PÊŞWAZÎYÊ” TÊ AVA KIRIN

Li Amedê, ji alîyê Şaredarîya Bajarê Mezin ve li Keleha Zêrzewanê ya dîrokî "Navenda Pêşwazîya Zîyaretvanan" tê ava kirin.

Di projeya "Navenda Pêşwazîya Zîyaretvanan" de wê ji bo zîyaretvanan salona danasîn û pêşangehê, kafe, xwaringeh, cihê bilêtan, odeyên îbadetê û her wiha wê gelek cîyê pêdivî hebe. Bi temambûna Navenda Pêşwazîya Zîyaretvanan a li kela Zêrzewanê ku salane bi giştî 400 hezar kes serdana wê dikin, tê armanckirin ku ev hejmar salê bibe milyonek. Navenda Pêşwazîya Zîyaretvanan tê plan kirin ku di sala 2023-an de were qedandin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.