NÛÇEYÊN KURDÎ

LI KELA ZERZEWANÊ POSTERÊ EBÛ UBEYDE Û ALA FILISTÎNÊ HAT DALIQANDIN

Komek ciwan Li Kela Zerzewan nimêj kirin, posterê Ebû Ubeyde û ala Filistînê daliqandin.

LI KELA ZERZEWANÊ POSTERÊ EBÛ UBEYDE Û ALA FILISTÎNÊ HAT DALIQANDIN

Komek ciwan li Amedê posterê Ebû Ubeyde yê girêdayê Hamasê û ala Filistînê li Kela Zerzewanê daliqandin.

 

Bertekên li hemberê êrîşên artêşa Îsraîlê roj bi roj zêde dibe, li Amedê peyama piştgiriyê ji gelê Filistînê û Hamasê re hat dayîn. Komek ciwanên ku li ser medyaya civakî bername çêkirin, li Kela Zerzevan a navçeya Çinarê hatin cem hev.

 

Di dîmenên kesê bi navê Musa Yildiz ê ku beşdarê çalakîyê bû û li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir de hat dîtin ku ciwanan li Kela Zerzewanê nimêj kirin û posterê Berdevkê Tûgayên Îzzeddîn el-Qessam Ebû Ubeyde yê şaxa çekdar a Hamasê û ala Filistînê daliqandin.

Yildiz di parvekirina xwe de wiha got: "ji nevîyên Selahedîn Eyûbî, silav ji Ebû Ubeyde re."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.