NÛÇEYÊN KURDÎ

LI KENYAYÊ DI LÊPIRSÎNA “TERÎQETA BIRÇÎBÛNÊ” DE 47 CESED HAT DÎTIN

Li Kenyayê terîqetekê soz û ehd daye murîdên xwe ku ger ji birçîna bimrin wê biçin bihuştê.

LI KENYAYÊ DI LÊPIRSÎNA “TERÎQETA BIRÇÎBÛNÊ” DE 47 CESED HAT DÎTIN

Li Kenyayê terîqetekê soz û ehd daye murîdên xwe ku ger ji birçîna bimrin wê biçin bihuştê.

Di vê bûyerê de hejmara kesên mirî ku cesedê wan hatine dîtin nêzî 50 kes in

Serokê terîqetê Paul Makenzie Nthenge ku li Kenyayê jê re "terîqeta birçîbûnê" tê gotin, ji şagirtên xwe re gotiye ku "Ger hûn ji birçîna bimrin hûnê Hz. Îsa bibînin û hûnê herin bihuştê.”

Hat ragihandin ku di kolandinên ku li Daristana Şakahola ya li nêzikê bajarê peravê Malîndî ya Kenyayê didomin de hejmara cesedan derket 47an.

15 endamên Dêra Mizgîniyê ya Navneteweyî jî hefteya borî li daristanê hatibûn rizgarkirin û hatibû ragihandin ku ew ji birçîna li ber mirinê bûne.

Pastor Makenzie Nthenge di 15ê Nîsanê de piştê ku cesedên 4 kesên ku bi gumana ji birçîna mirin hatibûn dîtin, hatibû binçavkirin.

Medyaya Kenya ragihand ku waîz Paul Makenzie Nthenge dema ku di girtîgehê de bû xwarin û vexwarin red kir.

Wezîrê Karên Hundir ê Kenyayê Kîtûre Kındikî di daxuyaniyekê de diyar kir ku tevahiya daristana 800 donim hatiye girtin û cihê sûc hatiye îlankirin û divê ev hovîtî ne tenê bibe sedema cezayê herî giran ê sûcdaran, lê ji bo her dêr, mizgeft û sînangogan jî divê rêgezên tundtir bên kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.