NÛÇEYÊN KURDÎ

LI KENYAYÊ DI LÊPIRSÎNA “TERÎQETA BIRÇÎBÛNÊ” DE HEJMARA CESEDAN DERKET 403YAN

Li Kenyayê hat ragihandin ku hejmara cesedên di çarçoveya lêpirsîna 'terîqeta birçîbûnê' de hatin dîtin derket 403 kesan.

LI KENYAYÊ DI LÊPIRSÎNA “TERÎQETA BIRÇÎBÛNÊ” DE HEJMARA CESEDAN DERKET 403YAN

Li Kenyayê hat ragihandin ku hejmara cesedên di çarçoveya lêpirsîna 'terîqeta birçîbûnê' de hatin dîtin derket 403 kesan.

Komîserê Herêmê Rhoda Onyancha li Nexweşxaneya Navçeya Kîlîfîyê daxuyanî da çapemenîyê û dîyar kir ku di lêgerînan de cesedên nû dîtine.

Li gor nûçeya Sputnikê Komîser Onyancha ragihandîye ku hejmara cesedên hatine dîtin derketîye 403 kesan.

Di operasyonan de 95 kes ji destê terîqetê hatine rizgarkirin û 37 kesên ku di nav wan de hevjîna serokê terîqetê jî heye, ji ber kuştinên komî hatin girtin.

Serokê terîqetê di destpêka lêpirsînê de ji polîsan re gotibû ku ew ê bigihîjin cenazeyên hezar kesan.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.