NÛÇEYÊN KURDÎ

LI KERKÛKÊ DI SAZÎYÊN FERMÎ DE KURDÎ TÊ DERXISTIN

Li bajarê Kerkûkê ya Iraqê belgeyên lîsans û rûhsatên bi zimanê Kurdî ku ji bo bazirganî, cîhên kar, dermanfiroş û hwd. dihat girtin jê zimanê Kurdî hate rakirin.

Digel ku li Qanûnabingehîn a Iraqê îbaraye ‘Kurdî û Erebî zimanên fermî yên dewletê ne’ heye jî hat dîyar kirin ku di demên dawîn de Kurdî ji sazîyên fermî tê derxistin. Li gor nûçeya Rûdawê Midurê Giştî yê Tendirustîyê ya Kerkûkê di 7’ê îlona 2022’yan de talîmatnameya bi navê ‘Rûhsata Tendirustîyê’ ji bo Midurîyeta Tendirustîya Navçeya Dûbîzê re şand û di talîmatnameyê de dîyar kir ku ruhsatên tendirustîyê yên ji bo tesîs û kargehên kar tên amadekirin li gor biryara bi hejmara 2719’an zimanê rûhsatê wê Erebî be. Hat destnîşankirin ku Midurîyeta Tendirustîya Giştî ya Bajêr a Kerkûkê ji bo vê biryarê berpirsîyarî da stûyê Wezîrîya Tendirustîya Iraqê, Wezîrî jî ji bo biryarê Midurîyeta Bajêr wek berpirs nîşan da.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.