NÛÇEYÊN KURDÎ

LI KERKUKÊ TAXÊN KURDA BÛNE MÎNA BAREGEHÊN LEŞKERÎ

Hate ragihandin ku leşkerên artêşa Iraqê bi şev bi wesayîtên leşkerî derbasî nava taxên Kurdan ên Kerkûkê bûne û heta derengîya şevê li van taxan mane.

Niştecihên taxên Kurda ên parêzgeha Kerkûkê ya Herêma Kurdistana Federe dîyar kirin ku taxên wan zêdetir bûne wek baregehên leşkerî. Şênîyên taxên Kurdan ên Kerkûkê îdia kirin ku ev yek tenê li taxên Kurdan pêk hatîye û li taxên Ereb û Tirkmenan pêk nehatîye. Di dîmenên ku ji alîyê ajansên nûçeyan ve hatin parvekirin de, hate dîtin ku li taxên Kurdan wesayîtên leşkerî di mesafeyên kurt de radiwestin. Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an Kerkûk ji alîyê Heşda Şeibî ve hat dagirkirin. Dosyaya ewlekarîya navxweyî ya bajêr ji destê polîsan hat girtin û radestî hêzên leşkerî hat kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.