NÛÇEYÊN KURDÎ

LI KON BAJARÊN YENÎŞEHÎRÊ WÊ SINDOQA HILBIJARTINÊ NEYÊ DANÎN

Li Kon Bajarên ku li Yenîşehîra Amede hatîye ava kirin, wê ji bo deng dayînê sindoqên hilbijartinê neyê danîn.

LI KON BAJARÊN YENÎŞEHÎRÊ WÊ SINDOQA HILBIJARTINÊ NEYÊ DANÎN

Li Kon Bajarên ku li Yenîşehîra Amede hatîye ava kirin, wê ji bo deng dayînê sindoqên hilbijartinê neyê danîn.

Li gor agahîyên ku ji Lijneya Hilbijartinê ya bajarê Amedê hatîye wergirtin, hat dîyarkirin ku di Hilbijartina Serokomarîyê û Hilbijartina Meclisê ya Serdema 28emin a ku wê di 14ê Gulana 2023an roja Yekşemê were kirin de, ji bo mexdûrên erdhejê yên li Kon Bajarên Yenîşehîrê dimînin sindoq nayên danîn.

Hat dîyarkirin ku di nav welatîyên ku li Kon Bajaran dimînin de kesên ku navnîşana xwe li Kon Bajaran nîşan da be wê li dibistana herî nêz dengê xwe bidin, yên ku navnîşana xwe neguhertibe jî wê li navnîşana xwe ya niha, an jî navnîşana ku nû bar kirine dengê xwe bidin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.