DİĞER

LI LICÊ BÎRA SONDAJÊ YA LI HERÊMA LEŞKERÎ AVA ÇEM GEMARÎ DIKE

Hat îdiakirin ku li Licê, ji ber sondajên bîrên ku li herêma leşkerîyê ya ku wek baregeh tê bikaranîn, ava çem qirêj dike.

LI LICÊ BÎRA SONDAJÊ YA LI HERÊMA LEŞKERÎ AVA ÇEM GEMARÎ DIKE

Hat îdiakirin ku li Licê, ji ber sondajên bîrên ku li herêma leşkerîyê ya ku wek baregeh tê bikaranîn, ava çem qirêj dike.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, hat dîyarkirin ku bermayîyên ji bîrên sondajê yên li herêma ku weke baregeheke leşkerî li Taxa Karincax a navçeya Licê ya Amedê tê kolandin, ava çemê ku ji gelek taxan derbas dibe qirêj kirîye.

Şênîyên taxê bertek nîşanê vê rewşê dan û dîyar kirin ku bîrên ku tê texmînkirin ji alîyê şîrketên madenê ve li herêma ku weke baregeheke leşkerî tê bikaranîn, jehrî ne.

Di dîmenên ku ji alîyê şênîyên taxê ve hatin tomarkirin de hat dîtin ku çem qirêj bûye. Şênîyên gundê Karincaxê dîyar kirin ku xweza ji ber tunekirina daran û bermayînan hatîye talankirin û gotin, "Ev cara yekem e, em dibin şahid ku sondaj avê gemarî dike.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.