NÛÇEYÊN KURDÎ

LI LICÊ DÎMENÊN ÊŞKENCEYA LEŞKERAN LI ŞIVANAN KIRÎYE DERKET HOLÊ

Li navçeya Licê, dîmenên ku tê de tundî û êşkenceya leşkeran ku li malbateke şivan dikin derket holê.

LI LICÊ DÎMENÊN ÊŞKENCEYA LEŞKERAN LI ŞIVANAN KIRÎYE DERKET HOLÊ

Li navçeya Licê, dîmenên ku tê de tundî û êşkenceya leşkeran ku li malbateke şivan dikin derket holê.

4 endamên malbata Yalavûz ên ku li gundê Kalkanli yê taxa Tûrelîyê ya navçeya Licê ya Amedê şivantîyê dikin, rastê êşkence û tundîya leşkeran hatin.

Bûyera ku tê gotin di 3ê Hezîranê de qewimîye, dema bikarhênerê TikTokê yê bi navê "Çawîşê Pispor Berk" dîmenên bi gotina "tolhildan" li ser medyaya civakî parve kir derket holê.

Di dîmenan de tê dîtin ku 3 kes bi kelepçeyên berevajî li erdê ne û kesek jî bi leşkerê rûniştî re diaxive.

Dîsa di dîmenan de dîyar bû ku gelek leşkerên ku ketine operasyonê bi kelepçeyên berevajî li benda kesên li erdê radizên.

Ji şivanan Hanîfî Yalavûz, derbarê mijarê de wiha dibêje, "Ji ber pevçûna ku derket, em berpirsyar dîtin. Em li erdê xistin û pê li serê me kirin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.