NÛÇEYÊN KURDÎ

LI ÊLIHÊ DI ÎNŞAETA MIZGEFTÊ DE HILWEŞÎN ÇÊBÛ! 2 MIRÎ 14 BIRÎNDAR

Hat îfade kirin ku di înşaeta mizgefta ku li Êlihê tê çêkirin de hedimandin û hilweşîn çêbûye û mirî û birîndar hene.

LI ÊLIHÊ DI ÎNŞAETA MIZGEFTÊ DE HILWEŞÎN ÇÊBÛ! 2 MIRÎ 14 BIRÎNDAR

Hat îfade kirin ku di înşaeta mizgefta ku li Êlihê tê çêkirin de hedimandin û hilweşîn çêbûye û mirî û birîndar hene. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li Esentepeya navenda Êlihê di înşaata Kulîyeya Mizgeftê de hilweşîn pêkhat. Hat diyarkirin ku 14 karkerên ku birîndar bûbûn rakirin nexweşxaneyê û 2 karker jî di binê kavilan de man. Di encama xebatên rizgarkirinê de cenazeyên herdû karkeran hatin dîtin. Hat ragihandin ku tedawiya karkerên birîndar dewam dikin û der barê bûyerê de lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.