NÛÇEYÊN KURDÎ

LI ÊLIHÊ KOMEKÊ ÊRÎŞÊ JINA EXTYAR A 74 SALÎ KIR Û LÊXISTIN!

Li Êlihê komekê di hewşa malê de êrîşê jîneke extyar kirin û lêxistin!

LI ÊLIHÊ KOMEKÊ ÊRÎŞÊ JINA EXTYAR A 74 SALÎ KIR Û LÊXISTIN!

Li Êlihê komekê di hewşa malê de êrîşê jîneke extyar kirin û lêxistin!

Li gor îdîayan extyara bi navê Wesîle Çîftçî ya 74 salî ya ku li taxa Seyîtlera dijî, ji ber ku kevir avêtine hewşa mala wê bertek nîşanê zarokan da.

Li ser vê yekê malbatên zarokên ku bi kevir û daran hatin mala Çîftçî, êrîşê jina extyar kirin û lêxistin.

Piştê demekê xizmên jina extyar hatin û di navbera wan û koma êrîşkar de bi kevir, dar û çekan şer derket.

Di şerê derket de 3 kes birîndar bûn. Vesile Çîftçî û 3 kesên birîndar ji alîyê ekîbên tenduristîyê ve rakirin nexweşxaneyan.

Çîftçî ku demekê li nexweşxaneyê di bin çavdêrîyê de ma, şandin malê.

Ji alîyê din ve kêlîyên ku Vesile Çîftçî rastê lêdanê hat ji alîyê kameraya ewlehîyê ya mala wê ve hat qeydkirin. Ekîbên polêsan 4 şikbar binçav kirin.

Kurê Çîftçî Şakir Çîftçî, dîyar kir ku nêzê 10 kesan êrîşê dayika wî kirine û birîndar kirin e.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.