NÛÇEYÊN KURDÎ

LI ÊLIHÊ SIWAREYEK LI MAŞÎNEYA POLÊSAN QELIBÎ: 5 BIRÎNDAR

Li Êlihê ji ber leza zêde qeza pêk hat, di encamê de 5 kes birîndar bûn.

LI ÊLIHÊ SIWAREYEK LI MAŞÎNEYA POLÊSAN QELIBÎ: 5 BIRÎNDAR

Li Êlihê ji ber leza zêde qeza  pêk hat, di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Li gor agahîyan do bi şev li navenda Êlihê li ser Kolanê Demokrasîyê siwareya ku hat dîyarkirin leza wê zêde ye, ji ber ku nikarîbû li xaçerêyê bisekine li maşîneya polêsên sivîl qelibî.

Bi bandora qezayê re siwareya ku ji rê derket li 5 hemwelatîyên li ser peyarêyê bûn qelibî.

Li ser agahdar kirinê Tîmên tenduristîyê sewqê cihê bûyerê bûn, piştê mudaxeleya ewil ya li cîhê bûyerê birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.

Hat dîyarkirin ku rewşa birîndaran baş e. Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.