NÛÇEYÊN KURDÎ

LI MÊRDÎNÊ KARKERÊ KU CEYRANÊ PÊGIRTIBÛ JÎYANA XWE JI DEST DA

Li navçeya Mîdyadê ya Mêrdînê çend roj berê ceyranê bi operatorê kepçeyê girtibû.

LI MÊRDÎNÊ KARKERÊ KU CEYRANÊ PÊGIRTIBÛ JÎYANA XWE JI DEST DA

Li navçeya Mîdyadê ya Mêrdînê çend roj berê ceyranê bi operatorê kepçeyê girtibû.

Mehmet Akyuz yê ku li nexweşxaneyê dihat derman kirin jîyana xwe ji dest da. Di bûyera ku di 24ê Tebaxê de li Taxa Yolbaşi ya navçeya Midyadê pêk hat de operatorê kepçeyê Mehmet Akyuz yê ku li înşaeta xanîyan a komî berdewam dikir de dixebitî, ceyranê pêgirtibû û giran birîndar bûbû.  

 Akyuz yê ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê, piştre sewqê nexweşxaneyeke taybet a navçeya Qosera Mêrdînê hat kirin. Akyuz yê ku 7 rojan di beşa lênihêrîna giran de dihat dermankirin tevî hemû mudaxeleyan jîyana xwe ji dest da. Hat dîyarkirin ku Akyuzê ku bavê 3 zarokan e wê li Navçeya Çaldereya Midyadê bê definkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.