NÛÇEYÊN KURDÎ

LI MÊRSÎNE ZAROKEK BI DESTÊ HEVALA XWE YA 12 SALÎ HATE KUŞTIN

Li Mêrsînê xwendekara 12 salî li dibistanê hevala xwe ya polê bi kêrê kuşt. Bûyer li Dibistana Navîn a Huseyîn Okan Merzecî ya navçeya Toroslarê qewimî.

Hat îdiakirin ku E.D bi nivîsandina notekê, F.Y a ku di heman polê de dixwîne, vexwendîye tuwaleta dibistanê. E.D pêşî li hevalê xwe dixe piştre jî bi kêra ku ji malê anîbû qirik û zikê wê bi giranî birîndar kir. Piştê ku bûyer ji rêveberiya dibistanê re hat ragihandin. Polîs û ekîbên tenduristiyê sewqî dibistanê bûn. F.Y.ya 12 salî ku rakirin nexweşxaneyê tevî hemû hewldanên bijîşkan nehat rizgarkirin. Hat diyarkirin ku E.D ê ku birin midûriyeta polîsan got ku 'Yürekli ji ber ku di îmtîhanê de nota xerab girtiye tinazên xwe bi wî kiriye û ji ber vê hevala xwe kuştîye. Lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.