NÛÇEYÊN KURDÎ

LI MÛŞÊ KEÇEK CIWAN ZEN KIR KU XWIŞKA WÊ MIRÎYE WÊ JÎ XWE KUŞT!

Keça ciwan a ku difikirî xwişka wê ya ku xwestiye xwe bikuje miriye, bi heman çekê xwe kuşt.

LI MÛŞÊ KEÇEK CIWAN ZEN KIR KU XWIŞKA WÊ MIRÎYE WÊ JÎ XWE KUŞT!

Keça ciwan a ku difikirî xwişka wê ya ku xwestiye xwe bikuje miriye, bi heman çekê xwe kuşt.

Hat îdîakirin ku li bajarokê Serînovayê ya Mûşê keça ku dema xwestiye çekê ji xwişka xwe ya ku ji ber sedemeke nediyar xwestiye xwe bikuje bigire, ji ber teqîna çekê gule li xwişka wê ketîye û birîndar bûye. Keça ciwan a ku difikirî xwişka wê miriye, heman çekê bi xwe de jî teqand û li cihê bûyerê dawî li jiyana xwe anî. Tîmên tenduristiyê û cendirme sewqê cihê bûyerê bûn. Dema birîndar rakirin nexweşxaneyê, cenazeyê keça ciwan a li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da jî, ji bo otopsiyê rakirin morga nexweşxaneyê. Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.