NÛÇEYÊN KURDÎ

LI MECLÎSÊ 23 HEZAR Û 334 PÊŞNÎYAZNAME BÊBERSIV MAN

Di 5 salên dawîn de pêşnîyaznameyên ku birin Meclîsê ji 23 hezaran zêdetir pêşnîyazname bêbersiv man.

LI MECLÎSÊ 23 HEZAR Û 334 PÊŞNÎYAZNAME BÊBERSIV MAN

Di 5 salên dawîn de pêşnîyaznameyên ku birin Meclîsê ji 23 hezaran zêdetir pêşnîyazname bêbersiv man.

Li Meclîs’ê di 5 salên dawîn de tevahî 68 hezar û 363 pêşnîyazname hat dayîn û ji wan 23 hezar û 334 bêbersiv man. Wezîran, ji wan pêşnîyaznameyan 8 hezar û 147 heban di dema xwe de, ji wan 34 hezar û 328 heban jî ji dema wan piştê 15 rojan bersivandin. Hat destnîşankirin ku nêzê 3 hezar pêşnîyazname jî hê ji bo bersivandinê dane sekinandinê. Ji 22 hezar û 972 pêşnîyaznameyên ku nehatine bersivandin ji alîyê partîyên mûxalefetê, 7 heb ji AKP’ê, 355 heb jî ji alîyê parlamenterên MHP’ê hatin dayîn. Cîgirê Serokê TBMM’ê Sureyya Sadî Bîlgîç derbarê pêşnîyaznameyên ku nehatine bersivandin dîyar kir ku berpirsîyarîya vê yekê aîdê Alîkarê Serokkomar û wezîran e.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.