NÛÇEYÊN KURDÎ

LI MECLÎSÊ DI SERDEMA 28EMÎN DE 121 JIN BÛN WEKÎL

Piştê Hilbijartina Parlamenterîyê ya Serdema 28'an, hat dîtin ku rêjeya temsîlîyeta jinan a li Meclîsê li gor serdema berê 3 puan zêde bûye.

LI MECLÎSÊ DI SERDEMA 28EMÎN DE 121 JIN BÛN WEKÎL

Piştê Hilbijartina Parlamenterîyê ya Serdema 28'an, hat dîtin ku rêjeya temsîlîyeta jinan a li Meclîsê li gor serdema berê 3 puan zêde bûye.

Di hilbijartina 14ê Gulanê de 121 jin wek parlamenter hatin hilbijartin. Di hilbijartina sala 2018’an de 104 jin wek parlamenter hatibûn hilbijartin.

Di serdema 28emîn a parlementoyê de Ji AKP'ê 50, ji CHP'ê 35, ji Partîya Çepên Kesk 26, ji ÎYÎ Partîyê 6, ji MHP'ê 3 û ji TÎP'ê 1 bi giştî 121 parlamenterên jin hatin hilbijartin.

Bi vê awayê rêjeya parlamenterên jin ku di dema qanûndanînê de ji sedî 17 bû, derket ji sedî 20an. Li alîyê din li 31 bajaran jin ji bo parlementoyê nehatin hilbijartin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.