NÛÇEYÊN KURDÎ

LI MELETÎYÊ DI ENCAMA ERDHÊJÊ 2 KESAN JÎYANA XWE JI DEST DAN

Di erdhêja bi lerza 5,6 ya ku do li Meletîyê pêk hat de heta niha 2 kesan jîyana xwe ji dest dane.

LI MELETÎYÊ DI ENCAMA ERDHÊJÊ 2 KESAN JÎYANA XWE JI DEST DAN

Di erdhêja bi lerza 5,6 ya ku do li Meletîyê pêk hat de heta niha 2 kesan jîyana xwe ji dest dane.

Di erdheja ku do danê nîvro demjimêr 12.04an de li Meletîyê bi lerza 5,6an pêk hat, li navenda bajêr 29 avahî hilweşîyan û 12 jê giran 140 kes birîndar bûn. Ji bo xilaskirina Bedîh Kiş ê ku tê texmînkirin di bin kavilê Apartmana Buhara ya li Kolana Îhramê ya taxa Zaferê de hilweşîyayî de maye, xebat hatin destpêkirin. Ekîbên ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi rêvedibirin, cenazeyê jineke 29 salî dîtin. Tê dîyar kirin ku jina ciwan ji bo eşya ji malê derxe ketibû avahîyê. Bi vê awayê hejmara kesên di erdheja Meletîyê de jîyana xwe ji dest dan derket 2yan.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.