GÜNDEM

LI NAVÇEYA PASÛRÊ BINGEHA PROJEYA “NAVENDA CIWANÎYÊ” HAT DANÎN

Projeya "Navenda Ciwanan" ya ku li navçeya Pasûrê tê plan kirin, bingeha wê hat danîn.

LI NAVÇEYA PASÛRÊ BINGEHA PROJEYA “NAVENDA CIWANÎYÊ” HAT DANÎN

Projeya "Navenda Ciwanan" ya ku li navçeya Pasûrê tê plan kirin, bingeha wê hat danîn.

Qeymeqam û qeyûmê şaredarîyê Mustafa Gozlet, derbarê "Navenda Ciwanan" de agahî da û wiha got, "Piştê ku xebatên tayînkirina qadê ji bo pêkanîna projeya "Navenda Ciwanan" ku ji alîyê Şaredarîya Bajarê Amedê ve bi 7 milyon û 650 hezar TL hat îhalekirin, hat temamkirin û bingeh hat avêtin.

Navenda me ya Ciwanan a ku temelê wê hatîye avêtin, wê bi giştî hezar û 600 çarmetire be û salona werzîşê ya hundurîn, Odeya Agahdarîyê, Navendên Lêkolînê û Pirtûkxaneyê jî tê de hebe. Em ê Navenda xwe ya Ciwanan a ku ciwanên me di warê perwerde, werzîş û çand û hunerê de wê jê sûd werbigirin, di demek herî nêz de têxin xizmeta wan.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.