GÜNDEM

LI NEXWEŞXANEYÊ DÎCLEYÊ JI BER XERABÛNA CÎHAZ NEXWEŞ NAYÊN TEDAWÎ KIRIN

Nexweşên pençeşêrê yên ku li Nexweşxaneya Onkolojîyê ya Zanîngeha Dîcleyê tên tedawî kirin, ji ber ku arîze û xerabûna cîhazan, serê 20 roja ne nexweş nayên tedawî kirin.

Lo gor Rojnameya Tîgrîsê, nexweşên penceşêrê yên ku tedawîya wan rawestîyaye û nayên tedawî kirin, dibêjin ji alîyê rêveberîya nexweşxaneyê ve tê gotin ku 'Me parçeyên cîhazê xerabûyî ji Amerîkayê xwest' ji ber ve yekê tedawîya wan hatîye rawestandin û wiha dibêjin, “Nexweşîya me giran e û em têne mexdûr kirin. Bi gotineke din, em bi mirinê re têne rûbirû hiştin. Ji ber xemsarîya nexweşxaneyê em bi lez ber bi mirinê ve têne birin. Nexweşên ku dîyar kirin divê li Nexweşxaneya Onkolojîyê ya Zanîngeha Dîcleyê ku li Amed û herêmê yekane hêvîya nexweşên penceşêrê ye, pêwîst duyemîn cîhazê radyoterapîyê were stendin û wiha gotin, "Li vE zanîngeha mezin, xizmet dayîna bi yek cîhazê ne tiştekî rast e. Ev rewşeke xeternak e. Teqez divê alternatîfeke vê cîhazê hebe. Pêwîste rektorîya Zanîngehê grîngîyê bide vê mijarê, ji ber ku berpirsyarî û webalê hemû nexweşên herêmê li ser milê wan e.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.