NÛÇEYÊN KURDÎ

LI PÎRANÊ JI BO ROJÊN DÎYABET Û KOAHÊ MEŞ HAT LIDARXISTIN

Li navçeya Pîranê ya Amedê, bi munasebeta '14'ê Mijdarê Roja Dîyabetê' û '16'ê Mijdarê Roja KOAH'ê ya Cîhanê' ji bo jiyana tendurist û hişyarkirina civakê meş hat lidarxistin.

LI PÎRANÊ JI BO ROJÊN DÎYABET Û KOAHÊ MEŞ HAT LIDARXISTIN

Li navçeya Pîranê ya Amedê, bi munasebeta '14'ê Mijdarê Roja Dîyabetê' û '16'ê Mijdarê Roja KOAH'ê ya Cîhanê' ji bo jiyana tendurist û hişyarkirina civakê meş hat lidarxistin. Xebatkarên tenduristîyê û welatîyan, bi panqartên ku li serê "KOAHê bizanibin, nehêlin jîyan ji we dûr bikeve. Ji bo derbaskirina astengîyan hûn jî gavekê bavêjin. Qîmeta tenduristîya xwe bizanibin. Em bi hezkirîyên xwe re ber bi tenduristîyê ve dimeşin" nivîsandî bû hilgirtin û meşa xwe domandin. "Meşa Jîyana Tendurist" ya ku ji alîyê Midûrîyeta Tenduristîyê ya Navçeya Pîranê ve hat organîzekirin, ji xaçerêya Kuçeya Rêya Hênê dest pêkir û kolanê Erganîyê berdewam kir. “Meşa Jîyana Tendurist” Bi beşdarîya Midûrê Tenduristîyê yê Navçeya Pîranê Dr. Mûsab Guner, Midûrê Nexweşxaneya Dewletê ya Pîranê Zekî Beyazit, gelek xebatkarên tenduristîyê û welatîyan pêk hat.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.