NÛÇEYÊN KURDÎ

LI PÎRANÊ ZINARÊ KU XETERNAK BÛ HAT ŞIKESTIN

Li navçeya Pîranê zinarê ku li jora gelek mal lê hene û xeternake hat şikestin.

LI PÎRANÊ ZINARÊ KU XETERNAK BÛ HAT ŞIKESTIN

Li navçeya Pîranê zinarê ku li jora gelek mal lê hene û xeternake hat şikestin.

Di erdhêjên ku navenda wê Mereş û li 11 bajaran xisar pêk anî de li navçeya Pîranê ya Amedê, tu xesar û zîyana canî çênebû, lê belê li taxa Çelebî li jora gelek malan de zinarên ku xetere û talûkeyê çêdike hebûn. Zinarê ku bûbû sedema xetereyê, bi kontrol perçe bi perçe hat şikestin û bandora rîskê ji holê hat rakirin. Qaymeqamê Dîcleyê Kadîr Yûrdagul derbarê mijarê da daxuyanî da û wiha got: “Zinarê ku li jora malan bû, ji ber erdhejeke dijwar an jî xwe bi xwe dibe ku bigindire û di ser malan de were, xetere pêk dianî. Di encama xebatên hevpar ên qeymeqamtîya navçeyê û şaredarîyê de zinarê ku xeternak bû hat şikestin û welatî ji bandora xetereya zinaran rizgar bû.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.