GÜNDEM

LI PAKÎSTANÊ TEQÎN! HEJMARA MIRÎYAN DERKET 52 KESAN

Di êrişa xwekujîyê ya li eyaleta Belûcistan a Pakistanê nêzî mizgeftekê pêk hat de, hejmara kesên jîyana xwe ji dest dane ji 50 derbas kir.

LI PAKÎSTANÊ TEQÎN! HEJMARA MIRÎYAN DERKET 52 KESAN

Di êrişa xwekujîyê ya li eyaleta Belûcistan a Pakistanê nêzî mizgeftekê pêk hat de, hejmara kesên jîyana xwe ji dest dane ji 50 derbas kir.

Rayedarên tenduristîyê û polîsan ragihand ku roja inê li eyaleta Belûcistan a li başûrê rojavayê Pakistanê, mirov ji ber qendîlê li ber mizgeftê kom bûn û di wê navberê de teqînek pêk hat.

Mirovên ku ji bo pîrozkirina qendîla Mewlîdê hatin ba hev, di êrişê de hatin hedefgirtin. Li gorî çavkanîyên tenduristî û polîsan herî kêm 52 kesan jîyana xwe ji dest dan û zêdeyî 50 kesan jî birîndar bûn. Heta niha kesî êrîş li xwe negirtîye û Serokê Hikûmeta Demborî ya Pakîstanê Anvarûl Hak Kakar, êrîşa bombeyî şermezar kir.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.