NÛÇEYÊN KURDÎ

LI PAKISTANÊ LI LEHIYÊ DE 1.700 KES MIRIN

Li Pakistanê ji meha hezîranê heya niha bi sedema barana Mûsonan lehiya ku li seranserê welat rabûye, bûye sedema mirina hezar û 700 kesan û 12 hezar û 867 kes jî birîndar bûne.

LI PAKISTANÊ LI LEHIYÊ DE 1.700 KES MIRIN

Ajansa rêvebiriya afatên netewî yên Pakistanê (NDMA) rêjeya encama lehiyan parvekir.

Di nav kesên mirine de 632 zarok, 340 jin hene. Li eyaleta Sindê 747 kes, li Belûcistanê 336 kes, li Hayberê 308 kes li Pencapê 221 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber lehiyê 2 milyon 48 hezar û 789 xanî hilweşiyane û dora milyonek û 100 hezar heywan jî telef bûne.

Zerara heya niha ji ber lehiyê gihaye Pakistanê li dora 40 mîlyar dolarî ye û li dora 9 mîlyon Pakistanî ji ber lehiyê di rewşa birçîbûnê de ne.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.