GÜNDEM

LI PARÎSÊ ÊRÎŞA BI KÊRÊ! GELEK KES BIRÎNDAR BÛN

Li îstasyona trenê ya Gare du Nord a paytext Parîsê ya Fransayê di encama êrîşa bi kêrê ya kesekî de 5 kes birîndar bûn ku 1 jê polîs e.

LI PARÎSÊ ÊRÎŞA BI KÊRÊ! GELEK KES BIRÎNDAR BÛN

Li îstasyona trenê ya Gare du Nord a paytext Parîsê ya Fransayê di encama êrîşa bi kêrê ya kesekî de 5 kes birîndar bûn ku 1 jê polîs e.

Di daxuyanîya li ser hesabê Twîtterê yê Transfera Herêmî ya Ekspresê Hauts-de-France (TER) de hat dîyarkirin ku êrîşkarekî bi kêrê li Gare du Nord êrîşî rêwîyên li herêmê kir û gelek kes birîndar kirin. Hat ragihandin ku ekîbên tenduristîyê li herêmê midaxaleyî birîndaran kirin û gumanbarê ku hat bêbandorkirin ji herêmê hat derxistin. Di daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku seferên trênê yên ku ji bo demekê hatibûn betal kirin, dîsa dest pê kir. Li alîyê din di 23’ê Kanûna 2022’an de William M. yê 69 salî ku li Parîsê li dijî navenda çandê ya Ahmet Kaya êrîşeke nîjadperestî pêk anîbû û di encamê de 3 kesan jîyana xwe ji dest dabûn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.