NÛÇEYÊN KURDÎ

LI PASÛRÊ KOMXEBATA BI NAVÊ “SERPÊHATÎYA HEVRÎŞIMÊ JI PERPERIKÊ BER BI QOZEYÊ, JI QOZEYÊ BER BI MODEYÊ” HAT LIDARXISTIN

Li Navçeya Pasûrê ya Amedê komxebata bi navê “Serpêhatîya Hevrîşimê ji Perperikê Ber bi Qozeyê, Ji Qozeyê Ber bi Modeyê” hat lidarxistin.

Komxebat, ji alîyê Navenda Lêkolîn û Perwerdehîyê ya Çandinîyê ya GAP’ê ya Navneteweyî (GAPUTAEM), Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Amedê (DTSO), Borsaya Bazirganîyê ya Amedê (DTB) û Qeymeqamtîya Pasûrê ve hat organîzekirin. Di komxebatê de bal hat kişandin ser girîngîya hilberîna hevrîşim û qozeyên kezika hevrîşimê. Hat dîyarkirin ku Amed, di hilberîna qozeyan de li Tirkîyeyê bi rêjeya ji sedî 56, di rêza yekemîn de ye. Di komxebatê de hat ragihandin ku armanc ew e ku hilberîna heyî zêde bikin, pirsgirêkên di sektorê de ji holê rabin, teknîk û teknolojîyên nû bidin nasîn û hilberîner bi rayedarên sektorê re bên cem hev.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.