NÛÇEYÊN KURDÎ

LI PATNOS’Ê JI BER PEŞKA AVÊ ŞERÊ BI ÇEK PÊK HAT! 1 MIRÎ, 2 BIRÎNDAR

Li navçeya Patnosa Agirîyê ji ber peşka avê ku ji siwareyek pekîyaye, şerê çekdarî pêk hatîye û kesek jîyana xwe ji dest daye.

LI PATNOS’Ê JI BER PEŞKA AVÊ ŞERÊ BI ÇEK PÊK HAT! 1 MIRÎ, 2 BIRÎNDAR

 Di bûyera ku li taxa 14 Nîsan a navçeya Patnosê pêk hat de li gor îdîayan ji ber ku siwareya ku di rê de diçû avê pekandîye ser çend kesan,

di navbera Harûn Eken, bavê wî Yusuf Eken û birayê wî Omer Eken û M.A. û L.A. de nîqaş derketîye. Di nîqaşa ku çek jî hat bikaranîn de Harûn Eken li cîhê bûyerê jîyana xwe ji dest da û Yusuf û Omer Eken jî birîndar bûn. Birîndaran birin nexweşxanayê û hat hîn bûn ku 2 gumanbar ji alîyê polêsan ve hatine girtin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.