GÜNDEM

LI PIRSÛSÊ SIWARE Û KAMYONET LI HEV QELIBÎN! 1 JÊ GIRAN 2 BIRÎNDAR

Li navçeya Pirsûsa Rihayê di encama qezaya ku qewimî de yek jê giran 2 kes birîndar bûn.

LI PIRSÛSÊ SIWARE Û KAMYONET LI HEV QELIBÎN! 1 JÊ GIRAN 2 BIRÎNDAR

Li navçeya Pirsûsa Rihayê di encama qezaya ku qewimî de yek jê giran 2 kes birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin qeza bi şev li nêzî Herêma Pîşesazîya Organîze ya li ser rêya Riha-Pirsûsê pêk hat.

Hat îdîakirin ku maşîneya ku Osman K. dajot, li kamyoneta avdanîyê ya ku Erkan B bi kar dianî qelibî.

Li ser agahdarkirinê Tîmên tenduristî û polês sewqê cîhê bûyerê bûn. Birîndarê ku di siwareyê de asê mabû hat derxistin û birîndar rakirin nexweşxaneyan. Hat zanîn ku rewşa birîndarekî giran e.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.