GÜNDEM

LI QERSÊ PARÊZVANÊ QEYMEQAM LI ROJNAMEVAN ÇAGLAR XIST!

Li navçeya Qaxizmanê polîsê ku parêzvanîya qeymeqam dike, li rojnameger Serkan Çaglar xist.

LI QERSÊ PARÊZVANÊ QEYMEQAM LI ROJNAMEVAN ÇAGLAR XIST!

Li navçeya Qaxizmanê polîsê ku parêzvanîya qeymeqam dike, li rojnameger Serkan Çaglar xist.

Li navçeya Qaxizmanê ya Qersê polîsê parêzvanîya qeymeqam Okan Daştan dike, bi deqîqeyan li rojnameger Serkan Çaglar da.

Dîmenê tundîya polîsa ku li rojnamevan kir ji alîyê kameraya ewlehîyê ve hat kişandin.

Polîs ji rojnameger re dibêje, ‘tu nikarî wesayîta xwe li vir park bike’ û paşê êrişê rojnameger dike. Di dîmenan de tê xuyakirin ku dest xistîye qirika Çaglar li erdê demek dirêj lê dixe.

Di dîmenên kameraya ewlehîyê de hat dîtin ku Qeymeqam Okan Daştan di dema tundîyê de ji meqamê xwe derketîye, lê li şûna ku mudaxeleya bûyerê bike, talîmat da ye polês û parêzvanan.

Çaglar ê ku di bûyera 11'ê Tîrmehê danê nîvro de ji dest û lingê xwe birîndar bû, ji nexweşxaneyê rapora êrîşê wergirt û gilî kir.

Di daxuyanîya Qeymeqamtîya Kagizmanê ya derbarê lêdana rojnameger Çaglar de wiha hat gotin, “Herdû alî jî li hev gilî kirin e. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hatîye dest pê kirin.”

Lijneya Rêveberîya Cemîyeta Rojnamegerên Rojhilatê Anadoluyê (DAGC) êrîşa li dijî rojnameger Serkan Çaglar şermezar kir.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.