NÛÇEYÊN KURDÎ

LI QOSERÊ DI DIBISTANEKÊ DE DENGDAYÎNÊ DERENG DEST PÊ KIR

Li giştîyê welat ji bo hilbijartinên Serokkomarîyê û Parlamentoyê xebatên dengdayînê demjimêr di 08.00'an de dest pê kir.

LI QOSERÊ DI DIBISTANEKÊ DE DENGDAYÎNÊ DERENG DEST PÊ KIR

Li giştîyê welat ji bo hilbijartinên Serokkomarîyê û Parlamentoyê xebatên dengdayînê demjimêr di 08.00'an de dest pê kir.

Hat îdiakirin ku li Lîseya Anadoluyê ya Pîşeyî û Teknîkî ya Koçhîsar a navçeya Qosera Mêrdînê dengdayînê nîv saetê dereng dest pê kirî ye.

Li gor nûçeyên Ajansa Sûrê, “Piştê derengxistina proseya hejmartina dengan, dengdanê jî dereng dest pê kir.

Welatîyên ku çûn dengdanê li hewşa dibistanê li dû hev rêzên dirêj çêkirin.

Piştî ku welatîyên li ber dibistanê kom bûn, bertek nîşan dan û ji alîyê partîyên sîyasî ve parêzer sewqê herêmê bûn.

Parêzeran dereng xistina dengdanê wek zabitname qeyd kirin û piştê nîv demjimêrê dengdanê dest pê kir.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.