NÛÇEYÊN KURDÎ

LI QOSERÊ DIZAN BI ÇEK XWEDÎYÊ KARGEHÊ BIRÎNDAR KIRIN

Li Mêrdînê 3 kes ji bo dizîyê ketin hundirê dikana zêr û bi çek gule berdan xwedîyê kargehê.

LI QOSERÊ DIZAN BI ÇEK XWEDÎYÊ KARGEHÊ BIRÎNDAR KIRIN

 

Li Mêrdînê 3 kes ji bo dizîyê ketin hundirê dikana zêr û bi çek gule berdan xwedîyê kargehê.

Di bûyera ku li Kolana Rihayê ya Navçeya Qosera Mêrdînê pêk hat de 3 kesên rûyê wan girtî ji bo dizîyê bikin ketin hundirê dikana zêran.

Dizan xwedîyê kargehê Sezaî Aslan ê ku dixwest wan bide sekinandin, bi çekê ji lingê wî birîndar kirin. Zêrînger Aslan ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê. Ekîbên polêsan ji bo girtina dizan dest bi operasyonê kirin.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.