NÛÇEYÊN KURDÎ

LI QOSERÊ ZAROKÊN 8 Û 9 SALÎ BÛN DERGISTÎYÊN HEV

Li Navçeya Qoserê ji bo du zarokan merasima dergistîyê hat lidarxistin. Piştê ku dîmen li ser medyaya civakî hatin parvekirin, Midûrîyeta Malbat û Xizmetên Civakî ya Bajar lêpirsîn da destpêkirin.

Ji bo keça 8 salî û kurê mamê wê yê 9 salî di navbera malbatê de li Taxa Selahattîn Eyyûbî ya navçeya Qosera Mêrdînê merasima dergistîyê hat lidarxistin.

Di merasima ku li malê hat lidarxistin de gustlîk xistin tilîya zarokan û qurdele jî hat birrîn. Hat îdîakirin ku merasima dergistîyê ku dîmenên wê li ser medyaya civakî hatin parvekirin bi daxwaza kal û pîra wan hatîye amadekirin.

Piştê dîmenên nakok, ji alîyê Rêveberîya Malbat û Xizmetên Civakî ya Bajar ve lêpirsîn hat destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.