GÜNDEM

LI RÛSYAYÊ DI ÎSTASYONA NEFTÊ DE TEQÎN ÇÊBÛ! 30 MIRÎ, 105 BIRÎNDAR

Li Rûsyayê di encama teqîna di îstasyona neftê de pêk hat de hejmara mirîyan derket 30 kesan.

LI RÛSYAYÊ DI ÎSTASYONA NEFTÊ DE TEQÎN ÇÊBÛ! 30 MIRÎ, 105 BIRÎNDAR

Li Rûsyayê di encama teqîna di îstasyona neftê de pêk hat de hejmara mirîyan derket 30 kesan.

Li Komara Daxistanê ya ku girêdayê Federasyona Rûsyayê, di cîhê temîrata siwareyan de şewat derket, gîhaşt îstasyona neftê û teqîn çêbû.

Piştê teqînê bi dehan tîmê agirtefê yên Wezareta Rewşa Awarte ya Rûsyayê (EMERCOM) sewqê herêmê hatin kirin. EMERCOMê di daxuyanîyekê de derbarê bûyera şeva borî de ragihand ku agir hatîye vemirandin. Di daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku xebatkarên EMERCOM'ê li ser mayînên ku di encama teqînê de çêbûne xebatên xwe didomînin, hat ragihandin ku heta demjimêr 09:00'an cenazeyên 3 kesên din jî hatine derxistin û hejmara mirîyan gihiştîye 30 kesan. 105 kes jî birîndar bûn e.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.