NÛÇEYÊN KURDÎ

LI ÎRANÊ BI QANÛNA NÛ RE WÊ CEZAYÊ NENUXUMANDINÊ BIBE 10 SAL

Li Îranê di heyama her ku diçe de nerazîbûnên li dijî qanûna “sernuxamtinê” zêde dibin, rêziknameya nû ya bi navê “Qanûna Hîcab û îfetê” do li Parlamentoya Îranê hat qebûlkirin

LI ÎRANÊ BI QANÛNA NÛ RE WÊ CEZAYÊ NENUXUMANDINÊ BIBE 10 SAL

Li Îranê di heyama her ku diçe de nerazîbûnên li dijî qanûna “sernuxamtinê” zêde dibin, rêziknameya nû ya bi navê “Qanûna Hîcab û îfetê” do li Parlamentoya Îranê hat qebûlkirin. Li gor rêziknameyê divê jin li Îranê serê xwe bipêçin û kincên dirêj û fireh li xwe bikin. Wekî din, bi rêziknameya nû re, ji 5 salan heta 10 salan ji bo jinên ku li gor qanûnê tevnagerin, wê bên cezakirin. Li gor qanûnên heyî, jinên ku dijberê qanûna cilûbergê tevdigerin, herî zêde du meh cezayê girtîgehê an jî herî zêde 10 dolar cezayê pere lê tê birrîn. Her çend rêziknameya nû ji alîyê Parlamentoya Îranê ve hatibe qebûlkirin jî, wê li benda pesendkirina Encûmena Parastina Destûra Bingehîn a Îranê be da ku bi erêkirina wê bibe qanûn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.