AMED

LI ÎRANÊ JI MAMOSTEYÊ KURDÎ RE 11 SAL CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ

Li Îranê ji Mamosteyê Kurdî Saywan Îbrahîmî re 11 sal cezayên girtîgehê hat birrîn.

LI ÎRANÊ JI MAMOSTEYÊ KURDÎ RE 11 SAL CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ

Li Îranê ji Mamosteyê Kurdî Saywan Îbrahîmî re 11 sal cezayên girtîgehê hat birrîn.

Di daxuyanîya Rêxistina Mafê Mirovan a Hangaw de, ji Saywan Îbrahîmî ku li bajarê Sinê ya Îranê mamostayê Kurdî ye û Endamê Desteya Rêveber a Encumena Çandî û Civakî ya Nojînê ye re ji alîyê sazîya dadwerîya Komara Îslamî ya Îranê ve 10 sal bi îdîaya sûcê "Avakirina komek ji bo têkdana ewlehyê" û 1 sal jî bi hinceta sûcê "propagandaya dijî dewletê" bi giştî 11 sal cezayê girtîgehê hat birrîn.

Îbrahîmî 4 meh berê di dosyayeke cuda de cezayê "40 qamçîyan" lê hatibû birrîn. Hevjîna Îbrahîmî, Zara Muhammedî, ku di heman demê de Mamosteya Kurdî ye, par jî bi heman hincetê 5 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birrîn, lê piştre bi saya efûyeke giştî hatibû berdan.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.