NÛÇEYÊN KURDÎ

LI ÎRANÊ KARGEHÊN KU XIZMET DABÛN JINÊN POR VEKIRÎ HATINE MOHRKIRIN

Li Îranê gelek kargehên ku xizmet dabûn jinên ku laçik nedabûn serê xwe porê wan vekirbû hatine mohrkirin.

LI ÎRANÊ KARGEHÊN KU XIZMET DABÛN JINÊN POR VEKIRÎ HATINE MOHRKIRIN

Li Îranê gelek kargehên ku xizmet dabûn jinên ku laçik nedabûn serê xwe porê wan vekirbû hatine mohrkirin.

Li gor nûçeya ajansa nîvfermî Tesnîm ya Îranê, gelek kargehên li Tehrana paytexta Îranê ku bi îdiaya ji ber ku xizmet dabûn jinên laçik ne li serê wan e û por vekirîne, digel ku hatine hişyar kirin jî, ji ber ku xizmetê xwe berdewam kirin e, hatin mohrkirin.  Di nûçeyê de hat gotin ku esnafan "Qanûna por nuxumandin û îfeta jinê îhlal kirine û guhnedane hişyarîyan û xizmet berdewam kirine hatine mohrkirin." Piranîya kargehên ku hatine mohrkirin kafe û xwaringeh bûn, lê di navde 3 dermanxane jî hey. Pir balkişe ku navendeke bazirganîyê ya li rojavayê bajêr ku bi dehan kargeh û bi sedan kes lê dixebitin, bi temamî hatîye mohrkirin. Ji ber ku piranîya kafe û xwaringehên hatine mohrkirin aîdî navên navdar in, bû sedema berteka bikarhênerên medyaya civakî. Di peyamên ku li ser medyaya civakî hatin parvekirin de, hat îdiakirin ku kesên kargehên wan hatine mohrkirin pirê wan piştgirî dane xwepêşandanên ku piştê qetilkirina Jîna Emînî hatibûn lidarxistin. Tevî bi dawî hatina xwenîşandana Jîna Emînî, jin li gelek deverên Îranê bi negirtina serê xwe li cihên giştî, navendên danûstendinê, qehwexane, bank, dibistan û kolanan xwepêşandanên xwe berdewam dikin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.