NÛÇEYÊN KURDÎ

LI ÎRANÊ XWENDEKARÊN LÎSEYA KEÇAN BI GAZA KÎMYEVÎ JEHRÎ BÛN!

Hat gotin ku li Îranê xwendekarên lîseya keçan bi gaza kîmyewî jehrî bûne.

LI ÎRANÊ XWENDEKARÊN LÎSEYA KEÇAN BI GAZA KÎMYEVÎ JEHRÎ BÛN!

Hat gotin ku li Îranê xwendekarên lîseya keçan bi gaza kîmyewî jehrî bûne.

Hat diyarkirin ku li bajarê Seqiz a Îranê, xwendekarên Lîseya Keçan a Mîracê bi gaza kîmyewî jehrî bûne. Li gorî dîmenên ku li ser torên civakî hatine belavkirin, tê dîtin ku di navbera welatiyên ku hatin dibistanê û êrişa ku xwendekar pê jehrîbûne protesto dikin û hêzên Îranê yên ku derbasê nav dibistanê bûn de şer û pevçûn derket.

Hat diyarkirin ku herî kêm 47 xwendekar rakirine nexweşxaneyan, rewşa zêdeyî 20 xwendekaran jî giran e. Derbarê mijarê de ji aliyê rayedarên Îranê ve ti daxuyanî nehat dayîn.

Piştî xwepêşandanên ku di 13ê Îlonê de bi kuştina Jîna Mahsa Emînî ji aliyê "polîsên exlaqî" li Tehranê ve dest pê kirin, ji 30ê Mijdara 2022an vir ve li dibistanên ku piraniya wan xwendekarên jin li Îranê dixwînin, bûyerên jehrîkirinê yên komî hatin jiyîn. Hat ragihandin ku hezar xwendekar jehrî bûne.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.