GÜNDEM

LI RIHAYÊ DÎMENÊN JI BO ERDOGAN DENG BI KOMÎ TÊN DAYÎN DERKET HOLÊ

Dîmenên dema li navçeya Heranê ji bo Erdogan deng bi komî û bi vekirî tên dayîn derket holê.

LI RIHAYÊ DÎMENÊN JI BO ERDOGAN DENG BI KOMÎ TÊN DAYÎN DERKET HOLÊ

Dîmenên dema li navçeya Heranê ji bo Erdogan deng bi komî û bi vekirî tên dayîn derket holê.

Dîmenên bêrêtîyê li ser medyaya civakî hatin belavkirin. Derbarê mijarê de Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Ogûz Kaan Salici, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, heman dîmen parve kir û anî ziman ku dîmen li gundê Minare yê navçeya Herana Rihayê hatîye kişandin û wiha got: “Pêşî li endamên me yên lijneya sindoqan xistin û piştre ev dîmen derketin holê.

Hevalên me yên parêzer birin gundê eleqedar û îtîraz li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê hate kirin.

Di vê navberê de bi Walîyê Rihayê û Midûrê Emnîyetê re hevdîtin nayê kirin. Rêzdara di civînê de ye."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.