NÛÇEYÊN KURDÎ

LI RIHAYÊ GAZA XWEZAYÎ TEQÎYA: 2 MIRÎ, 8 BIRÎNDAR

Li Rihayê di avahîyekê de ji ber gaza xwezayî teqîn pêk hat. Di encamê de 2 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

LI RIHAYÊ GAZA XWEZAYÎ TEQÎYA: 2 MIRÎ, 8 BIRÎNDAR

Li Rihayê di avahîyekê de ji ber gaza xwezayî teqîn pêk hat. Di encamê de 2 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Li taxa Bahçelîevlerê ya navçeya Halîlîye, di avahîyekê de li gor hat dîyarkirin ji ber gaza xwezayî teqîn pêk hat. Hate hînbûn ku di encama teqînê de 2 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn.

Walîyê Rihayê Salîh Ayhan çû cîhê bûyerê û ragihand ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatîye destpêkirin.

Ayhan di gotinên xwe de piştrast kir ku di teqînê de 2 kesan jîyana xwe ji dest dane û 8 kes jî birîndar in.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.