NÛÇEYÊN KURDÎ

LI RIHAYÊ MÎNÎBUSA KOÇBERAN QEZA KIR! 9 MIRÎ, 2 KES WENDA YE

Li Rihayê ajokarê mînîbusê yê ku kontrola xwe winda kir di qenala avdanîyê têwerbû.

LI RIHAYÊ MÎNÎBUSA KOÇBERAN QEZA KIR! 9 MIRÎ, 2 KES WENDA YE

Li Rihayê ajokarê mînîbusê yê ku kontrola xwe winda kir di qenala avdanîyê têwerbû.

Di encama qezayê de gelek koçberan jiyana xwe ji dest dan. Qeza li taxa Onculer a navçeya Harran a Rihayê li mezraya Bîçerê pêk hat. Hat îddîakirin ku ajokarê mînîbusê ku koçberên qaçax tê de bûn, ji ber ku kontrola dîreksiyonê winda kir, qelîbî qenala avdanîyê. Hat diyarkirin ku di wesayîtê de 21 kes hebûn. Ekîbên AFADê ji bo kesên ku di qenala avê têwerbûne xilas bikin xebat dan destpêkirin. Di encama lêkolînan de cenazeyên 9 kesan ji mînîbusê hatin derxistin. Ji bo 2 kesên wendayî xebat hê jî didome. Derbarê bûyerê de lêpirsîneke berfireh hat destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.